Facebook
Twitter
Problem melden

Biluramin Songtext

Bilûra min

Bilûra min a ?îrîn
Tu di sariya sibehê de
û hingûra êvarê de
Hevalê bêhevalan,
Destbirayê ?ivan û dilketiyan î.
Dengê te
Hêstirên dilên xemgîran,
Silava ji hev-veqetiyan,
Girîn û zarîna dilketiyan
Tîne bîra min.
Bilûra min tu î,
Xemrevîna terkeserên dinyayê!

Dengê bilûra min,
çiya û zozanên bilind,
Kaniyên bi gul û rihan dorgirtî,
Guhê ?keft û serê zinaran
Guhdarên te ne!
û sira bayê xerbî
Te di nav pelên darê de digerîne.

Bilûra min, were emê
Bi wî çiyayê bilind re
Bi hewa kevin,
û bibin cîranê bayên xurt

û hevalê kimtên wan
Yên bi mij û dûman,
û tê de dengê xwe berdin,
û zarîna dengê me
Bikeve nav kortal û geliyan
û bêcaniya erdên jêrîn
Bihejîne;
û pêlên ava heftreng
ên xemzebaz
Nalîna me bigehîne
De?ta sirûç û diyarbekrê;
û beriya mêrxasên berazan;
û kalîna berxan
Tev ?ehîna hespan
Li me vegerînin.

Bilûra min, binêre û bibihîze!
Roj çû ava,
Stêra êvarê bû ge?,
Kolosên çiyan ên gewr
û hewraniyên wan ên sor û zêrîn
Bûne çûn;
û pêlên ava ?evê ên re?
Ketine de?t û newalan
Heta rûyê gir û kepezan.
Di qeraca de
Kevir piyê ?evgera dixapînin
û bêdengiya ?evê de
Pêjna lingên mêrxasan tê.

Bilûra min,
Dengê xwe berde!
Dinya, mîna zarokekî ber?îr,
Ket dergû?a xwe;
Dengê xwe berde, bilûra min,
û jê re bilorîne,
Xema wê birevîne!
Bilûra min tu î.

Xemrevîna terkeserên dinyayê;
û li rohelatî
Dema ko dinya hi?yar dibe
Ji xew radibe
Ji me re
Strana azadî û serbestiya
Kurdistanê
Binehwirîne,
û dengê wê stranê, bila,
Mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn
Bikeve nav dil û guhên me.
Bilûra min,
Tu î xemrevîna dilketiyên welêt.

Helbest: Celadet Alî Bedirxan
Muzîk: Ciwan Haco
News
Willow Smith: Neue Songs sind introvertierter
Vor 2 Tagen
Willow Smith: Neue Songs sind introvertierter
The Script: Das schlimmste Jahr ihres Lebens
Vor 2 Tagen
The Script: Das schlimmste Jahr ihres Lebens

Album Bilûra Min (1997)

Ciwan Haco
  1. 1.
    Xatun
  2. 2.
    Zine
  3. 3.
  4. 4.
    Nexta Naze
  5. 5.
  6. 6.
    Hey Hey
  7. 7.
    Zilan
  8. 8.
    Dest
  9. 9.
    Biluramin
Ciwan Haco - Biluramin
Quelle: Youtube
0:00
0:00
Made with in Berlin
© 2000-2024 MusikGuru